HSD: Di rewşa heyî de radestkirina çekan "ne pêkan e"

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez dike, di rewşa aloz a niha de radestkirina çekên xwe "meseleyeke ne pêkan e" û şertê xwe yê sereke ji bo tevlîbûna di nav artêşa Sûriyeyê de dubare kir.

Berdevkê Fermî yê HSDê Ebcer Dawûd îro 22ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: "Li gel aloziyên berdewam li Sûriyeyê, zêdebûna tundûtûjiyê û gefên rêxistina DAIŞê, ne pêkan e ku hêzên me çekên xwe radest bikin."

Dawûd her wiha da zanîn, HSD dikare bi şertekî tevlî artêşa Sûriyeyê bibe û got: "HSD dikare bi rêya peymaneke destûrî ku taybetmendiya pêkhateya Kurd nas bike, tevlî artêşa Sûriyeyê bibe."

Berdevkê HSDê destnîşan kir, "HSD ne alîgirê şer e, lê ew ê li her dera kû lê be, parastina gelê xwe bike."

Salih Mislim: Eger garantî hebin, em bi çekan ve girêdayî namînin

Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim jî heman helwest piştrast kir û ji "Sky News Erebî" re axivî.

Mislim got: "Eger bawerî û garantiyên destûrî hebin, em ê bi çekan ve girêdayî nemînin."

Salih Mislim herwiha rexne li hikûmeta Sûriyeyê girt û amaje pê kir ku "Hikûmeta Sûriyeyê di cîbicîkirina peymanê de giran tevdigere."

Peymana Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî

Roja 10ê Adara borî, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, peymanek ji 8 xalan pêk dihat îmze kiribûn. Di wê peymanê de tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nav saziyên dewletê de û agirbestê hatibû kirin. 

 
Fly Erbil Advertisment