Şêrko Kerîm ji Hewlêrê çû û bû lîstikvanê Zaxoyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çîroka lîstivkan Şêrko Kerîm ê Kerkûkî û Yaneya Hewlêrê bidawî hat, ev lîstikvanê 29-salî ji yaneya Hewlêrê derkeft û ber bi Yaneya Zaxoyê ve çû.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, encama danûstandinên di navbera Şêrko Kerîm û Yaneya Zaxoyê de erênî bûne û lihevkirin çê bûye.

Nûnerê Yaneya Zaxoyê îro (Çarşem, 23.07.2025) li Hewlêrê bi Şêrko Kerîm re danûstandin kirin û lîstikvanê Kerkûkî yê Yaneya Hewlêrê wekî destpêkek hin ji pereyên peymana xwe wergirtin.

Şêrko Kerîm ew nûçe piştrast kir û ji Kurdistan24ê re got, "Ez dê sibe biçim Zaxoyê da ku tevlî Yaneya Zaxoyê bibim. Herwesa biryar e her sibe Yaneya Zaxoyê peymana herî mezin a vê havînê rabigihîne.”

Ev ne cara yekê ye Yaneya Zaxoyê bizavê dike ku Şêrko bibe nav rêzên xwe, li havîna borî jî ew bi temamî nêzîkî veguhastina vî bûbû.

Şêrko herwesa biryar daye ku di du rojên pêş de li Hewlêrê tevlî konferanseke rojnamevanî bibe û li ser hin bûyerên girîng ên girêdayî demên borî yên Yaneya Hewlêrê biaxive.

Şêrko Kerîm li sala 2020ê peymaneke duwerzî bi Yaneya Hewlêrê re îmze kir, berî ku biçe Yaneya Kwêtî û dîsa vegere Yaneya Hewlêrê.

 
 
Fly Erbil Advertisment