Parêzgarê Wasitê dev ji karê xwe berda

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Wasitê Mihemed Cemîl Meyahî dev ji karê xwe berda û ragihand, “Ez hêvîdar im ev pêşengiya min canê şehîdên şewata Kutê şa bike.”
Parêzgarê Wasitê Mihemed Cemîl Meyahî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê nivîsiye, “Min îro li beranberî Encûmena Parêzgehê, wekî diyarkirina dilsoziyê ji bo malbatên şehîdên şewata Kûtê û xelkê wê parêzgehê, dev ji karê xwe berda.”
Mihemed Cemîl Meyahî amaje jî da, "Ez hêvîdar im ku ev pêşengiya min canê şehîdên şewata Kutê şa bike û êşa malbatên wan jî sivik bike."
Di şewateke avahiyekî pêncqatî de li bajarê Kutê yê parêzgeha Wasitê li roja Pêncşemê (17ê Tîrmeha 2025ê) herî kêm 61 kes mirin, ku piraniya wan ji ber dûmana agir xeniqîn.
Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên Giştî yên Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Iraqê Nehwas Sebah ji Ajansa Iraqiyeyê ya Nûçeyan re got, "Li hemî qatên wî avahî rêkarên silametiyê nehatine bicihanîn.”
Nehwas Sebah eşkere jî kir “Berî niha jî xwediyê wî avahî hatibû cezakirin û ew avahî ji bo dema şeş mehan hatibû girtin.” Herwesa got, “Li destpêkê, tenê xwaringehek li wî avahî hebû, lê paşî xwediyê wê bi awayekî neqanûnî ew kir moleke bazirganî."