Omer Çelik: Têkdan û parçekirina Sûriyeyê li ser deverê gef e

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) piştî temambûna civîna partiya xwe amaje da, “Komeke Dirûzan piştgiriya Îsraîlê wergirtiye da ku axa Sûriyeyê têk bidin, lê ew nûnerîtiya hemî Dirûzan nakin.”
Berdevkê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partiyê) Omer Çelik îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, "Her bizaveke Îsraîlê ji bo têkdan û parçekirina Sûriyeyê li ser aramiya welatên deverê gefek cidî ye.”
Omer Çelik herwesa got, “Divê em heta dawiyê serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê biparêzin.” Amaje jî da, “Hin medyayên rojavayî dibêjin ku, krîza Sûriyeyê pevçûneke neteweyî û mezhebî ye."
Nacvbirî ron jî kir, “Em dizanin ku Dirûz li Sûriye û Libnanê, mîna Ereb, Tirkmen, Kurd, Elewî, Sunî û Şîeyan, alîgirên parastina yekîtîya Sûriyeyê ne. Tevî vê yekê jî, komeke Dirûzan piştgiriya Îsraîlê wergirtiye lê nabe ew wekî nûnerên hemî Dirûzan bên dîtin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî duhî (Sêşem, 22.07.2025) got, "Îsraîl naxwaze welatekî tena li dora xwe bibîne. Armanca wê parçekirina Sûriyeyê ye."