Gola Urmiyê di çend rojên pêş de hişk dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî dawî lêkolînên şarezayên jîngehê û wêneyên satelîtan, Gola Urmiyê di rewşa herî xirab de ye û heta çend rojên din dê bi tevahî hişk dibe.
Rêveberê Giştî yê Jîngehê yê Parêzgeha Urmiyê Hucet Cebarî ji peyamnêrê Ajansa ILNAyê re ragihand, "Gola Urmiyê gola duyê ya şor a herî mezin a cîhanê û mezintirîn gola şor a Îranê ye, ku rûberê wê ji 5 hezar kîlometrên ducarkî zêdetir e, lê niha gelek nemaye ku bi tevahî hişk dibe."
Hucet Cebarî herwesa got, "Aliyê bakurê wê golê, ku tenê 100 kîlometrên çargoşe ji rûberê giştî yê yê wê golê vedigire, rêjeyeke pir kêm, bi kûrahiya 5 santîmetran av tê de maye û di demeke nêzîk de ew jî dê bibe helim. Şarezayên jîngehê haydariyê didin ku, heta dawiya vê havînê, ji bo cara yekê di dîrokê de, ev gol dê hişk bibe û dê bibe deşt.”
Navbirî hişkbûna Gola Urmiyê bi kêmbûna baranan, kolana bê bername ya bîran, çêkirina bendavan û birêvebirina xirab a çavkaniyên avê ve girê da.
Rêveberê Giştî yê Jîngehê yê Parêzgeha Urmiyê amaje jî da, "Bi rastî, em niha şahidên dawiya vê golê ne û divê em bi awayekî cidî xwe ji bo berhingarbûna bandorên paştir amade bikin."
Hişkbûna vê golê dê bibe sedema pirsgirêkên karesatbar, wek rabûna bahozên xwê, wêranbûna bax û bûstanan, koçberiya bi zorê ya şêniyan û nemana balindeyên koçber.
Di çend salên borî de, ji bo vejandina vê golê gelek plan û soz hatine pêşniyarkirin, lê wekî diyar çi yek ji wan nekariye pêşiyê li mirina liserxwe ya vî rûberê avê yê girîng bigire.