Ramî Ebdilrehman bo Kurdistan24ê: Hêzên Şera li Suweydayê komkujî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje da, “Ji ber şer û aloziyên Suweydayê, hejmareke zêde ya welatiyên sivîl, zarok û rojnamevanan hatine kuştin.”
Rêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Hêzên Ehmed Şera li Suweydayê komkujî kirine, bi wêne û vîdyoyan hatine tomarkirin û delîl eşkere ne.”
Ramî Ebdilrehman herwesa ragihand, “Li Sûriyeyê komkujî li ser bingeha olî tên kirin. Ehmed Şera dixwaze mikyac û xweşikkirinê ji bo wan tawanan bike yên ku bi fermana wî tên kirin lê ev senaryo bi ser nakevin.”
Navbirî amaje jî da, “Li gorî amarên berdest, nêzîkî 600 kesan ji Dirûzan hatine kuştin ku 140 ji wan jin û zarok bûne û çek pê re nebûne. Herwesa ji hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê jî, zêdetirî 400 kesan hatine kuştin, ku 15 ji wan di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.”
Rêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan eşkere jî kir, "Hejmareke din a Dirûzan ji aliyê Bedewiyan ve hatine sêdaredan. Divê Sûriye ji bo hemî xelkê Sûriyeyê be. Eşîrên Sûriyeyê ji artêşa Sûriyeyê bêtir çek hene."
Şerê di navbera Dirûz û Bedewiyan de li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê li roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) çê bû. Li gorî amara Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan gihîştiye nêzîkî hezar kesan.
Hikûmeta Sûriyeyê li roja Şemiyê (19ê Tîrmeha 2025ê) agirbesteke yekser û tevgir li parêzgeha Suweydayê ragihand, ev jî piştî nêzîkî hefteyekê ji şer û pevçûnan li wê parêzgehê ku piraniya şêniyên wê Dirûz in. Herwesa hêzên ewlehiya navxweyî jî li wê parêzgehê hatine belavkirin.