Agir bi çiyayên Efrînê ketiye û hewlên vemirandinê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çiyayên navçeya Şiyê ya Efrînê agirekî mezin bi daristanan ketiye. Tîmên agirkujiyê, rêxistinên sivîl û xelkê herêmê bi derfetên kêm hewl didin agir kontrol bikin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin girtin, ji duh 23ê Tîrmehê saet 19:00'ê ve li Çiyayê Altî, ku dikeve navbera gundên Tirmîşa û Erndê yên navçeya Şiyê, agir bi daristanan ketiye û heta niha jî şewat berdewam e.
Zehmetiyên di vemirandina agir de
Tîmên Berevaniya Sivîl û xelkê deverê ji bo vemirandina şewatê ketine nava liv û tevgerê. Lê belê ji ber çiyayîbûn û asêbûna herêmê, tîm di gihîştina cihê agir de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her wiha kêmasiya amûrên pêwîst û tankên avê jî, karê vemirandinê dijwartir dike.
Hevkariya ji bo kontrolkirina agir
Tevî zehmetî û kêmasiyan, tîmên Berevaniya Sivîl bi hevkariya xelkê herêmê, tîmên xwebexş, bi awayekî bilez dest bi hewldanên vemirandinê kirin.
Hate ragihandin, Rêveberê Herêma Efrînê Mesûd Betal jî gihîştiye cihê şewatê û piştgiriyeke bilez ji tîmên agirkujiyê re hatiye şandin.
Li gorî agahiyên dawî, bi saya hewldanên hevbeş heta niha %90 ji şewatê hatiye kontrolkirin û kar ji bo vemirandina beşên mayî û ewlekirina herêmê bi temamî didome.
Di heman demê de, bangewazî hat kirin ku bi lezgînî piştgiriya lojîstîkî were pêşkêşkirin, da ku agir bi temamî were kontrolkirin û rê li ber belavbûna wê ya zêdetir were girtin.