Li Rûsyayê firokeyek ket xwarê: 49 kes tê de bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke rêwiyan a Rûsî ya cûreya An-24, ku 49 kes tê de bûn, li herêma Amurê ya Rûsyayê ket xwarê. Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê ragihand, ti kes ji qezayê rizgar nebûye.

Li gor daxuyaniya wezaretê, îro 24ê Tîrmehê kavilên firokeyê 15 kîlometre dûrî bajarê Tyndayê hatine dîtin û agir pê ketibû. Hat piştrastkirin ku ti kes ji rêwiyan rizgar nebûye û lêkolîn derbarê sedema bûyerê de hatiye destpêkirin.

Parêzgarê Herêma Amurê Vasîlî Orlov da zanîn, di firokeyê de 43 rêwî, ku pênc ji wan zarok bûn, û şeş endamên desteya firokevanan hebûn.

Berî dîtina kavilên firokeyê, Ajansa TASS a Rûsî ragihandibû ku peywendiya firokeya Kompaniya Hêlên Hewayî ya Angara li nêzî firokegeha Tyndayê bi xala kontrolê re qut bûye. 

Desthilatdaran diyar kirin ku firoke ji Xabarovskê bi rêya Blagoveşçenskê ber bi Tyndayê ve difiriya dema ku sînyalên wê bi temamî winda bûn.

Medyayên Rûsî, weke malpera Novosti, belav kirine ku rewşa asmanî li devera ku firoke lê winda bûye, gelekî xirab bûye û ji ber heman sedemê geşta firokeyê jî hatibû paşxistin.

 
Fly Erbil Advertisment