Kurdistan24 navên fermanberên Quştepeyê yên ku erdê werdigirin belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Li sînorê bajarkê Quştepeyê yê parêzgeha Hewlêrê, pişkkêşan ji bo navên wan kesan hat kirin ên ku ji wergirtina erdê feyde wergirtiye, ku 2025 kes in.
Li Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Hewlêrê îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) merasîma belavkirina erdê ji bo fermanber û hêzên ewlehiyê li bajarkê Quştepeyê yê parêzgeha Hewlêrê hat lidarxistin. Hejmara wan kesên ku ji wergirtina erdê feyde wergirtiye 2025 kes in.
Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê Merîwan Hekîm di dema lidarxistina wê merasîmê de got, “Ew kesên ku ji wergirtina erdê feydeyî werdigirin fermanber û hêzên ewlehiyê ne, ku li sînorê Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan ev qonaxa sêyê ye.
Di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, li roja 27ê Adara 2024ê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar li ser parvekirina erdê li ser hemî fermanberên ku ji wergirtina erdê feyde wernegirtine hat dan.
Ew biryar li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya Weqayî Kurdistanê de hat belavkirin.