Keçeke Kurd bû Seroka Şaredariya Bajarê Trênsînê yê Silovakyayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ku li Silovakyayê dijî wekî Seroka Şaredariya Bajarê Trênsînê yê wî welatî hat hilbijartin.
Berîvan Aslan îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) wekî Seroka Şaredariya Bajarê Trênsînê yê Silovakyayê hat hilbijartin. Berîvan bi eslê xwe ji bajarkê Kozlukê yê bajarê Batmanê ye û jiyê wê 23 sal e. Pêştir jî wê wekî Cîgira Serokê Şaredariyê kar kiriye.
Piştî ku Serokê Şaredariya Trênsînê dev ji karê xwe berda, îro ew wekî ciwantirîn Seroka Şaredariya Trênsînê hat hilbijartin.
Serokê Şaredayiya Trênsînê yê berê Thomas Hako got, "Bêrîvan miroveke gelek baş û nimûneyî ye. Ew her tim bizavê dike û ji bo baştirîn proje derdikeve pêş. Ew miroveke pir kedkar e. Ez difikirim ku paşerojeke geş li ba wê heye. Ew dikare li paşerojê welatê me pir baş bi rê ve bibe."
Bêrîvan Aslan bi zimanên Kurdî, Silovakyayî, Fransayî û Îtalyayî diaxive.