Li Şirnexê heta 1ê Îlonê têketina qadên daristanî hat qedexekirin
Armanc pêşîlêgirtina şewatan e

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku, biryar hatiye dayîn heta 1ê Îlonê têketina qadên daristanî were qedexekirin.
Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve biryarek hat ragihandin ku, li gorî vê biryarê heta 1ê Îlonê hemû qadên daristanî hatine qedexekirin. Di wê daxuyaniyê de hatiye amajekirin ku, armanca qedexeyê pêşîlêgirtina şewata daristanan e.
Herwesa li gorî wê biryarê amurên seyranê yên ku bikaribin bibin sedema şewatê jî hatine qedexekirin û li deverên nêzîkî daristanan jî seyrankirin hatiye qedexekirin. Bang li welatiyan jî tê kirin ku, ji seyareyan amûr û alavên bibin sedema destpêkirina şewatan neavêjin ser rêyan.
Bang li kompaniyên ku kargehên wan nêzîkî daristanan in jî tê kirin ku, di kar û xebatên xwe de haydar bin û nebin sedemê şewatan.
Di çarçoveya pêşîlêgirtina şewatan de jî dê li derdora daristanan wesaîtên agirkujiyê di amadebaşiyê de bin.