CENTCOMê kuştina serkirdeyekî DAIŞê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, "Me di operasyonekê de li Helebê serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê kuşt."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (În, 25ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Serkirdeyê payebilind ê DAIŞê Ziya Zewba Herdanî û du kurên wî bi navên Ebdula û Ebdulrehman li serê sibeha îro di operasyonekê de li bajarê Helebê hatin kuştin.”
CENTCOMê herwesa got ku, ew endamên DAIŞê li ser hêzên Amerîkayê, hevalbendên wê û hikûmeta nû ya Sûriyeyê gef bûn.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Michael Kurilla ragihand, "Em dê li ser bidawîanîna terorîstên DAIŞê berdewam bin û li her cihekê ew lê bin, em dê wan bikin armanc."
Michael Kurilla eşkere jî kir, "CENTCOM ji bo tunekirina daîmî ya DAIŞê û têkbirina kiryarên wê yên terorîstî, ku li ser deverê û hevalbendên me gef in, pabend e."