Di salvegera Peymana Lozanê de li Swîsreyê Komxebata "Mafê Çarenûsê" tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 102emîn salvegera Peymana Lozanê ya 1923an de, ku bû sedema dabeşkirina Kurdistanê li ser çar parçeyan, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê komxebateke girîng a li ser "self-determînasyonê" tê lidarxistin.

Komxebat îro, 26ê Tîrmehê, ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ve bi navê "Mafê çarenûsê û siberoja Kurdan" tê organîzekirin. Cihê komxebatê yê sembolîk Şatoya Ouchy (Château d'Ouchy) ye, ku hevdîtinên dîrokî yên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin.

Li gorî daxuyaniya enstîtuyê, komxebat dê ji sê rûniştinan pêk were û tê de nivîskar, akademîsyen û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd dê beşdar bibin.

Di komxebatê de, rewşa Kurdan ji aliyê dîrokî, hiqûqî û siyasî ve dê bi berfirehî were nîqaşkirin. Tê payîn ku di dawiyê de, deklarasyoneke encamê ji bo raya giştî were weşandin.

 
Fly Erbil Advertisment