Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, masterplana geştyariyê ya Soranê tê cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Geştûguzar a Soranê ragihand, bi çavdêriya rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dest bi cîbicîkirina masterplaneke berfireh a geştyariyê kiriye. Armanca sereke ya planê ew e ku navçeyên geştyarî yên herêmê bigihîne standardên navdewletî û hejmara geştyaran zêde bike.

Rêveberê Giştî yê Geştyariyê yê Rêveberiya Xweser a Soranê, Dr. Feysel Sadiq ji Kurdistan24ê re behsa hûrgiliyên planê kir.

Dr. Feysel Sadiq got: "Du sal berê, tîmek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nivîsgeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo amadekirina masterplanekê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir. Piştre, ev masterplan di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr de û ji aliyê tîmeke pispor a navdewletî ve, li gorî standardên cîhanî û bi şêwazeke nûjen hate amadekirin û dîzaynkirin."

Derbarê destpêkirina projeyê de, Dr. Feysel Sadiq diyar kir: "Roja 24ê Tîrmeha 2025an, me wekî gava yekem ji Geliyê Elî Beg dest bi cîbicîkirina masterplanê kir. Ev çend roj in ew cihê geştyarî hatiye girtin û karê nûjenkirinê tê kirin, ku ew yek ji navçeyên herî balkêş ên Herêma Kurdistanê ye û wekî nasnameya Rêveberiya Xweser a Soranê ye."

Rêveberê Giştî yê Geştyariyê da zanîn ku dema pêkanîna masterplanê nêzîkî pênc salan e û piştî bidawîhatina karên li Geliyê Elî Beg, dê navçeyên din ên geştyarî yên wekî Bêxal, Balekayetî, Sîdekan, Riwandiz û cihên din jî bên nûjenkirin.

Dr. Feysel Sadiq tekez kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve çavdêriya cîbicîkirina planê dike û ev yek bûye sedem ku kar zûtir û baştir birêve biçin. Herwiha got: "Armanca Serokwezîr ew e ku Îdareya Serbixwe ya Soranê ji çarçoveya xwe ya lokal derkeve û bikeve qonaxeke pêşketîtir, da ku bikaribe zêdetir bala geştyarên biyanî bikşîne."

Herwiha destnîşan kir, Îdareya Serbixwe ya Soranê xwedî şiyanên mezin ên jîngehî û dîrokî ye û armanca wan ew e ku piştî cîbicîkirina masterplanê, dever bibe navendeke navdewletî û heta "bibe paytexta geştyariyê ya Kurdistanê", ku ev yek wekî "xewn û armanca me ya sereke" binav kir.

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Geştyariyê ya Soranê, di sê salên borî de, salane nêzîkî milyonek geştyar serdana navçeyên geştyarî yên li sînorê rêveberiyê kirine.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment