Piştî rawestana 7 salan, dest bi qerebûkirina Kurdên Nînowayê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestaneke ku zêdetirî heft salan dom kir, proseya qerebûkirina malbatên Kurd ên li sînorê parêzgeha Nînowayê ku di serdema rejîma Beisê de hatibûn koçberkirin, careke din dest pê kir. Di qonaxa yekem de, dê 175 malbat werin qerebûkirin.
Cîgirê Yekem ê Parêzgarê Nînowayê Sîrwan Rojbeyanî ji peyamnêrê Kurdistan24 re ragihand, di qonaxa yekem de hikûmeta Iraqê razîbûna xwe li ser dayîna çekên pereyan ji bo qerebûkirina 175 malbatên Kurd nîşan daye û roja Yekşemê, 27ê Tîrmeha 2025an, dest bi dabeşkirina wan hatiye kirin.
Li gorî Madeya 140an a destûrê, her malbateke koçberkirî 10 milyon dînar û Erebên hawirde jî 20 milyon dînar wekî qerebû werdigirin.
Sîrwan Rojbeyanî tekez kir, di paşerojê de bi çend qonaxan, hemû ew malbatên Kurd ên ku Madeya 140an li xwe digire dê bên qerebûkirin. Da zanîn jî, di qonaxa duyem de jî, di demeke nêz de zêdetirî 170 malbatên din dê sûd werbigirin.
Cîgirê Parêzgarê Nînowayê got: "Me çendîn komîte ava kiribûn da ku malbatên Kurd ên li sînorê parêzgeha Nînowayê, karên xwe yên fermî li cihê niştecihbûna xwe ya li parêzgehên Herêma Kurdistanê bi dawî bînin û tenê ji bo wergirtina pereyan serdana nivîsgeha me bikin."
Rojbeyanî anî ziman ku nivîsgeha Madeya 140an a Nînowayê di navbera salên 2007 û 2014an de di qerebûkirina malbatan de berdewam bû, lê ji sala 2014an ve ji ber şerê DAIŞê û çend rewşên nexwestî, ev prose hatibû rawestandin.