Rêveberê Şaredariyên Hewlêrê: Em ê zeviyan li ser Pêşmergeyan dabeş bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestaneke 15 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi cîbicîkirina biryara dabeşkirina zeviyan li ser karmend û Pêşmergeyan kir. Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê radigihîne ku lêkolîna li ser formên karmendan di qonaxên dawî de ye û razîbûn ji bo dabeşkirina zeviyan li ser 25 hezar Pêşmergeyên din jî ji Encûmena Wezîran hatiye wergirtin.

Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê Merîwan Hakim Hadî îro 27ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand: "Razîbûn ji bo terxankirina zeviyan ji bo beşeke din a Pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80 ji Encûmena Wezîran vegeriya ye, ku nêzîkî 25 hezar navan li xwe digire û her yek ji wan dê parçeyeke zevî ya 200 metrî werbigire."

Merîwan Hakim Hadî got jî: "Me dest bi kar li ser wan lîsteyên navan kiriye û nivîsên fermî ji bo wan tên amadekirin. Zevî dê li gorî cihê niştecihbûnê, karta zanyarî, parêzgeh û îdareyên serbixwe li ser sûdmendan bên dabeşkirin. Piştre em ê wan ji bo şaredariyên pêwendîdar bişînin, da ku zevî li wan bên belavkirin."

Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê eşkere kir, tîma lêkolînê di qonaxa dawî ya lêgerîna li ser formên karmendan de ye û da zanîn ku zêdetirî 480 hezar razîbûn ji bo terxankirina zeviyan ji aliyê Encûmena Wezîran ve ji bo karmend, xanenîşîn, Pêşmerge û hêzên ewlehiya navxweyî hatiye dayîn. Herwiha ew formên ku kêmasî tê de hebûn, hatine çareserkirin û şaredariyan dest bi proseya dabeşkirinê kiriye.

Proseya dabeşkirina zeviyan li Herêma Kurdistanê nêzîkî 15 salan rawestandî bû. Lê di 27ê Adara 2024an de, di civîna Encûmena Wezîran de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku zevî li ser hemû wan karmendên ku heta niha sûd wernegirtine, bên dabeşkirin. Ev biryar di 28ê Gulana 2024an de di rojnameya fermî ya Weqaî a Kurdistanê de hat weşandin.

Li gorî amarên ku berê hatibûn belavkirin, bi giştî 346,238 karmend li seranserî Herêma Kurdistanê sûdê ji vê biryarê werdigirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî di 17ê Tîrmehê de, di konferanseke rojnamevanî de destpêkirina dabeşkirina 14 hezar parceyên zeviyan li ser karmend, Pêşmerge û hêzên ewlehiya navxweyî ragihandibû.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment