Amnesty bang li Şamê dike: Çarenivîsa 36 jin û keçên Elewî eşkere bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê kir, lêkolîneke bilez û berfireh li ser revandina 36 jin û keçên Elewî bike, ku di "bûyerên Beravê" de di meha Adarê de hatibûn revandin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyekê de belav kir, di bûyerên meha Adarê de, herî kêm 36 jin û keçên ji pêkhateya Elewî, ku temenê wan di navbera 3 û 40 salî de ye, ji parêzgehên Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê hatine revandin.

Rêxistinê ragihand, wan bi xwe revandina 8 jin û keçan belge kiriye ku "di ronahiya rojê de" hatine revandin. Li gorî rêxistinê, ev jin û keç ji aliyê kesên nenas ve hatine birin û çarenivîsa wan heta niha ne diyar e.

Amnesty International daxwazên xwe yên ji hikûmeta Sûriyeyê wiha rêz kirin:

- Divê demildest cihê van jin û keçan were destnîşankirin.

- Kesên ku berpirsiyarê revandina wan in, divê bên girtin û pêşkêşî dadgehê bên kirin.

- Zanyariyên zelal divê ji malbatên wan re bên dayîn û piştevaniya pêwîst ji wan re were peydakirin.

Rêxistinê herwiha tekez kir, "rêgirtina li ber tundiya li Sûriyeyê, berpirsiyariya desthilata wî welatî ye."

Ev banga Amnesty di demekê de tê ku hefteya borî, komîteya hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo lêkolînkirina "bûyerên Beravê", ragihandibû ku ti jin û keçên Elewî di wan bûyeran de nehatine revandin.

 
Fly Erbil Advertisment