Silavên taybet ên Serokê Îranê gihîştin Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Azerbaycana Rojava (Urmiyê) taybet ên Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihandin Serok Barzanî û ragihand, Pezîşkiyan spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji bo hêsankariyên ku ji bo ziyaretkarên Îranî kiriye.
Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Tîrmeha 2025an, pêşwazî li şandeyeke Îranê bi serokatiya Parêzgarê Azerbaycana Rojava (Urmiyê) Reza Rehmanî kir.
Di hevdîtinê de, Parêzgarê Urmiyê silavên taybet ên Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihandin Serok Barzanî. Herwiha, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, ji ber wan hêsankariyên ku ji bo ziyaretkarên Îranî yên di rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeran re derbasî Iraqê dibin, pêşkêş dike.
Di heman hevdîtinê de, tekezî li ser peywendî û dostaniya dîrokî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de û herwiha li ser pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên navbera herdu aliyan hat kirin.