Serdozgerê Fransayê daxwaza fermaneke nû ya girtinê ji bo Esed dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dozgeriya Giştî ya Dijeterorê ya Fransayê ragihand, ew daxwaza derxistina fermana girtinê ya nû ji bo serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed dikin. Dibêje jî, Esed bi tawana bikaranîna çekên kîmyewî li bajarên Edra û Dûmayê tê tometbarkirin.

Dozgeriya Giştî ya Dijeterorê ya Fransayê îro 28ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, wan daxwaznameyeke nû ji bo girtina Beşar Esed pêşkêş kiriye. Ev pêngav piştî ku biryara girtinê ya berê hatibû betalkirin, pêk hat.

Lêkolerên Fransî ji sala 2021an ve lêkolînê li ser êrîşeke bi "gaza Sarîn" dikin ku li gorî zanyariyên îstixbarata Amerîkî, di rojên 4 û 5ê Gulana 2013an de ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve li bajarên pîşesazî yên Edra û Dûmayê hatiye bikaranîn. Di encama vê êrîşê de zêdetirî hezar welatiyên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Dadgeha Bilind a Temyîzê ya Fransayê, roja Îna borî, 25ê Tîrmehê, biryar dabû ku parêzbendiya serokekî dewletê nikare rê li ber darizandina wî di mijarên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê de bigire. Lê ji ber ku di dema derxistina fermana girtinê ya sala 2023an de Esed hîn serokê Sûriyeyê bû, ew ferman hatibû betalkirin.

Lê belê, dadgehê amaje bi wê yekê jî kir, ji ber ku Esed di Berçileya 2024an de ji desthilatê ket û reviya Rûsyayê û êdî desthilata wî ya serokatiyê nemaye, pêkan e ku fermaneke nû li dijî wî bê derxistin û lêkolînên li Fransayê di vî warî de berdewam bikin.

Her wiha di Çileya 2025an de fermaneke din a girtinê ji aliyê Fransayê ve derbarê Esed de hatibû derxistin, bi gumana hevkarîkirina di tawanên cengê de, li ser bingeha bombebarana ku di sala 2017an de bajarê Derayê kiribû armanc û bûbû sedema kuştina welatiyekî sivîl ê Sûrî-Fransî.

 
Fly Erbil Advertisment