Nêçîrvan Barzanî: Êrîşên li ser bîrên petrolê ziyanê digihînin aboriya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtineke ligel şandeke payebilind a Brîtanyayê de ragihand, êrîşên dronan ên li ser binesaziya enerjiyê, ziyanê digihînin aboriya tevahiya Iraqê. Şêwirmendê payebilind ê Brîtanyayê jî tekez kir, welatê wî ji bo parastina aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê amade ye her cure alîkarî û piştgiriyê pêşkêş bike.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 30’ê Tîrmeha pêşwazî li Cîgirê Admîral û Şêwirmendê Payebilind ê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren û şandeke pê re kir. Şand ji hejmarek şêwirmend û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê pêk dihat.
Di hevdîtinê de, rewşa ewlehiyê ya Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî, ligel pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin. Herwiha bal hate kişandin ser metirsiyên ewlehiyê û gefên DAIŞ'ê yên li ser aramî û seqamgiriya herêmê.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gef e li aramî û ewlehiya Iraq û Sûriyeyê. Derbarê êrîşên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê û armancgirtina binesaziya enerjiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê ev êrîş wek gef û ziyanek ji bo tevahiya aboriya Iraqê binav kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e rê li ber van êrîşan were girtin.
Ji aliyê xwe ve, Ahlgren pabendbûna Brîtanyayê bi pêşxistina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da. Herwiha tekez kir ku welatê wî bi giringiyeke mezin li aramî û ewlehiya navçeyê dinêre û amadebûna Brîtanyayê ji bo her cure piştgiriyekê ji bo parastina ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê anî ziman.
Di hevdîtinê de herwiha mijarên wek sîstema federalî li Iraqê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê û mafên Kurd û pêkhateyên din ên li wî welatî, ligel pêşhatên dawî yên proseya aştiyê li Tirkiyeyê hatin nirxandin.