Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavên berhingarbûna bazirganîkirina bi mirovan zêde kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe ji bo berhingarbûna bazirganîkirina bi mirovan bizavên xwe zêde kirine, gelek kes hatine cezakirin û hin ji wan jî hatine girtin.

Rêveberê Bernameya Berhingarbûna Bazirganîkirina bi Mirovan li Rêkxistina Sîdê Şivan Sîracedîn êro (Çarşem, 30ê Tîrmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Di çend salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna bazirganîkirina bi mirovan gelek bizav kirine, hejmareke mirovan girtiye û cezayên giran li ser wan sepandine.”

Şivan Sîracedîn herwesa got, “Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wan kesên ku zarokan neçar dikin ku li cem ronahiyên trafîkê bixebitin gelek komîte ava kirine, herwesa çend şîrket jî ji ber bêparkirina mafên karkerên biyanî an jî karên zêdetir ji dema wan hatine cezakirin û girtin.”

Lêdan, heqaret, revandin, binçavkirin, heta kuştin û seqetkirin ji wan metirsiyan in ên ku koçberên neqanûnî dema ku ji welatê xwe derdikevin û diçin welatekî din de rûbirû dibin.

Bazirganîkirina bi mirovan yek ji wan diyardeyên herî tirsinak û hovane ye, ku di hin rewşan de bi cezayê zindana heta hetayê û heta sêdaredanê jî tê cezakirin.

Li gorî amara Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê, îsal 5 hezar kesan ji Herêma Kurdistanê koç kiriye an jî bizav kiriye bi awayekî neqanûnî koç bikin. Bi dehan kes ji wan ji aliyê komên çekdar ên Lîbyayê ve hatine revandin û hin ji wan hîn jî winda ne.

Bi Qanûna Hejmar 6 a sala 2018ê, Parlamentoya Kurdistanê Qanûna Berhingarbûna Bazirganîkirina bi Mirovan a sala 2012ê çalak kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment