Komkara Erebî daxwazê ji Hamasê dike ku çekên xwe radest bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Qeter, Misir, Erebistana Siûdî û hejmareke welatên endamên Komkara Erebî daxwaza çekdanîna Hamasê û radestkirina desthilata wê li Xezzeyê ji bo Filistînê dikin, herwesa pêşniyar kiriye ku hêzeke navneteweyî ji bo demekê li deverê bê bicîhkirin.
Tora CNNê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 30ê Tîrmeha 2025ê) ragihandiye, “22 endamên Komakra Erebî, hemî endamên Yekîtiya Ewropayê û 17 welatên din di konferansa rêçareya ragihandina du dewletên Filistîn û Îsraîlê de piştgiriya xwe ji bo ragihandina dewleta Filistînê nîşan daye.”
CCNê amaje jî daye, “Di nav endamên Komkara Erebî de, Qeter, Misir û Erebistana Siûdî di çarçoveya bidawîkirina şerê Xezzeyê de daxwaza çekdanîna Hamasê û radestkirina desthilata wê li Xezzeyê bi piştgiriya civaka navneteweyî û bi awayekî paralel bi tenahî û serxwebûna dewleta Filistînê re kirine.”
Çavkaniya navbirî diyar jî kir, “Bi piştgiriya civaka navneteweyî, divê rêveberî, bicihanîna qanûnê û ewlehî li seranserî Filistînê di bin desthilata Hikûmeta Filistînê de be.”
Welatên endamên Komkara Erebî herwesa êrîşên 7ê Berçileya 2023ê şermezar kir û pêşniyara bicihkirina demkî ya hêzeke navneteweyî ji bo aramkirina rewşa deverê kir. Herwesa pêşwaziya helwesta wan welatan kir ên ku amadebûna xwe ji bo şandina hêzên xwe nîşan daye.
Konferansa Neteweyên Yekgirtî pêr (Duşem, 28ê Tîrmeha 2025ê) li ser rêçareya ragihandina du dewletên Filistîn û Îsraîlê, bi cotserokatiya Fransa û Erebistana Siûdî li New Yorkê dest pê kir.
Amerîkayê ew konferans boykot kir û ew wekî propagandaya siyasî û xizmeta terorê binav kir lê Fransa, Almanya û Brîtanyayê helwesteke berevahjî heye û ragihand ku ew itîrafê bi dewleta Filistînê dikin.