Nêçîrvan Barzanî: Erkê hikûmeta Iraqê ye ku malbatên qurbaniyên Enfalê qerebû bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 42emîn salvegera jenosîda Barzaniyan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir. Barzanî ragihand, armanca Enfalê şikandina îradeya gelê Kurdistanê bû, lê li hember berxwedanê têk çûye û weke "lekeyeke reş" li eniya encamderên xwe maye.

Îro 31ê Tîrmeha 2025an, çil û du sal di ser tawana hovane ya enfalkirina heşt hezar welatiyên sivîl û bêguneh ên Barzanî re derbas dibin. Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Di vê bîranîna xemgîn de, em serê xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin û bi rêz û wefadariyeke mezin wan bi bîr tînin."

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, Enfalkirina Barzaniyan ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, berdewamiya zincîreyek tawanan bû ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û qirkirina wî, lê belê ew hewl li hember berxwedêrî û çoknedana Kurdistaniyan têk çû û bû lekeyeke reş li eniya encamderên xwe.

Serokê Herêmê bal kişand ser rola jinên Barzanî û got: "Dayik, xwişk, hevjîn û malbatên Barzanî piştî wê karesatê, êş û azarên bêhempa kişandin û neçar man ku li ber nebûn, hejarî û jiyaneke dijwar bisekinin. Ez destê wan dayikên dilsoz maç dikim ku bi hezkirin û dilsoziya ji bo gel û niştiman, zarokên xwe perwerde kirin û mezin kirin."

Nêçîrvan Barzanî careke din bang li hikûmeta Iraqê kir û got: "Erkê Hikûmeta Iraqê ye ku ji bo pêkanîna dadperwerî û qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan çi pêwîst be bike. Bila rabirdû û êş û talîyên wê bibin pend û wane, da ku hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re, bi qebûlkirina hev, rêzgirtin û lêborînê, bi awayekî aştiyane û bi rûmet, bi azadî û serfirazî bijîn."

Di dawiya peyamê de, Serok Nêçîrvan Barzanî rêz û pêzanînên xwe pêşkêşî wan kesên mêrxas kir ku li Hewlêr û deverên din bi hawara Barzaniyên mexdûr ve çûbûn û alîkariya wan kiribûn.

 
Fly Erbil Advertisment