Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan: DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê civiyan. Di civînê de herdu aliyan tekez kirin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û pêwîst e hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna wê berdewam bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 31ê Tîrmehê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert û şandeke pê re kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Wezîr û Serokerkanê Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî amade bûn, pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiyê, gef û metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
"Pêwîst e hevkariya Hevpeymanan berdewam bike"
Herdu alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e li ser ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyeyê. Ji ber vê yekê, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e hemû aliyên pêwendîdar ji bo rûbirûbûna terorê hevkariyê bikin û ji bo tinekirina yekcarî ya DAIŞê li herêmê, erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam bike.
Di heman demê de, behsa pêwîstiya zêdetir aktîfkirina pêngavên proseya yekxistina Pêşmerge û reformên di Wezareta Karûbarên Pêşmerge de hat kirin.
"Kurd li Sûriyeyê divê bibin hevparên çalak"
Mijareke din a civînê rewşa Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê bû. Herdu aliyan da zanîn ku divê ew bibin hevparekî çalak ê niha û paşeroja welatê xwe.
Pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandora wan li ser aramiya herêmê, û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, mijarên din ên civînê bûn.