Visit Kurdistan di du pêşbirkên timbêlan de rêza duyê bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîma ‘Visit Kurdistan’ê di du pêşbirkên timbêlan de li Îtalya û Holandayê pileya duyê bi dest xist û ji bo pêşbirka bê amadekariyan dike.

Îshaq Tutumlu yê endamê tîma ‘Visit Kurdistan’ê, ku tîmeke pêşbirka timbêlan e, di sê hefteyan de du caran pileya duyê bi dest xistiye.

Îshaq bi alaya Kurdistanê tevlî wan her du pêşbirkan bûye, vê hefteyê di pêşbirka Misanoyê de li Îtalyayê û berî du hefteyan jî di pêşbirkeke din de li Holandayê pişkdar bû û di wan her du pêşbirkan de pileya duyê bi dest xist.

Îshaq û tîma wî niha ji bo pêşbirkeke din a mezin amadekariyan dikin, ku biryar e çend rojên din li Fransayê bê lidarxistin û ew dixwazin bi alaya Kurdistanê pileya yekê bi dest bixin.

Îshaq Tutumlu werzişvanekî Spanyayî ye û bi eslê xwe Kurd e û ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew li herêma Katalonyayê ya Spanyayê mezin bûye û tevlî çalakiyên werzîşî û xasma jî pêşbirkên timbêlan bûye.

 
 
Fly Erbil Advertisment