Şaxewan Ebdila: Komên çekdar li ser ewlehî û tenahiya Iraqê gef in

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Encûemena Nûnerên Iraqê got ku, çekên neqanûnî û komên çekdar heta niha jî li ser ewlehiya navxweyî û aramiya civakî ya welat gef in.
Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) di gotarekê de li nav Konferansa Şeşê ya Serokên Parlamentoyên Cîhanê li Cinêvê got, “Tevî bizavên Hikûmeta Iraqê ji bo berqerakirina ewlehî û tenahiyê, çekên neqanûnî û komên çekdar heta niha jî gefan li ewlehiya navxweyî û aramiya civakî çê dikin.”
Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Di demên dawiyê de, me dît ku bi dehan dronanên bombekirî êrîşên terorîstî yên xeternak kirin ser jêrxane û dezgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê, ku bû sedema rawestandina hilberînê li hejmareke zeviyên petrolê. Vê yekê jî bandoreke rasterast li ser rewşa aborî û mirovî li deverê oeyda kir.”
Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî pêr (29ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Divê Hikûmeta Iraqê nasnameya êrîşkerên êrîşên bi dronan eşkere bike, lê li gorî encamên ku em dibînin, eşkerekirina nasnameya êrîşkeran siyasî ye. Divê fermandarê giştî yê hêzên çekdar desthilatdariya tevahî li ser van koman hebe.”
Raîd Fehmî herwesa got, “Çend komên çekdar hene ku li derveyî kontrola Hikûmeta Iraqê ne, ji ber vê yekê carinan ew ajandaya aliyekî li derveyî Iraqê bi cîh tînin. Ev çi bandorê li Herêma Kurdistanê nake, lê bandorê li Hikûmeta Iraqê dike û pêgeha wê dixe ber pirsyarê.”