Bahçeli pêşniyar dike ku Kurdek û Elewiyek bibin cîgirên Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MHPê Devlet Bahçeli di çarçoveya lihevkirina nû de pêşniyar kiribû ku, cîgirekî Serokkomarê Tirkiyeyê Kurd û yê din jî Elewî be. Hemî pêşniyarên Bahçeli di pêvajoya aştiyê de hatine bicîhanîn lê heta niha ne diyar e ka ev pêşniyara wî jî dê bê bicîhanîn an na.
Akademîsyenên Tirkiyeyê li ser pêşniyara nû ya Bahçeli dibêjin, “Ev pêşniyar nikare pirsa Kurdan li Tirkiyeyê çareser bike. Divê ji bo çareseriyê, mafên Kurdan li Tirkiyeyê bên misogerkirin.”
Akademîsyenê Tirk Ezîz Yagan dibêje, “Ev raman li Libnanê jî hatiye ezmûnkirin. Bi ya min, ev raman ji bo Tirkiyeyê ne rast e ji ber ku nikare pirsa Kurdan çareser bike. Ew gaveke sembolîk e di pêvajoya aştiyê de. Çareseriya pirsa Kurdan di nasandina nasnameya Kurdbûnê de ku dê di destûrê de be, em wesa difikirin ku divê federalî hebe, Kurd li ser axa xwe bi awayekî federalî xwe bi rê ve bibin.”
Siyasetmedarên Kurd jî li ser pêşniyara Bahçeli dibêjin, "Ew pêşniyareke erênî ye û nîşana qebûlkirina pirsa Kurdan e.” Herwesa dibêjin, “Divê ev pêşniyar bê bicîhanîn, lê nabe bi awayekî sembolîk be.”
Siyasetmedar Ehmed Kaya jî dibêje, “Heta niha li Tirkiyeyê ji bo Kurd û Elewiyan pirsgirêk hene. Bi salan e ji me re tê gotin ku em hemî wek hev in û di navbera Kurd, Tirk û Elewiyan de cudahî tune. Divê ev cîgirên serokomar sembolîk nebin, belkî bi rastî nûnerîtiya gelê xwe bikin.”
Siyasetmedar li wê bawerê ne ku, ev post ji bo wan ne girîng e, lê nasandina nasnameya Kurdan di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de dê pirsa aştiyê li wî welatî pêş bixe.