Civîna sêalî ya Tirkiye, Îtalya û Lîbyayê îro li Stenbolê tê lidarxistin

Stenbol
Stenbol

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan dê îro piştî nîvroyê li Stenbolê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokwezîrê Lîbyayê Abdul Hmid Dbeibeh re bicive.

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku, civîneke sêalî di navbera Tirkiye, Îtalya û Lîbyayê de îro (În, 01ê Tebaxa 2025ê) dê li Stenbolê bê lidarxistin.

Nivîsîngeha Erdogan ragihand, “Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan dê îro (În, 01ê Tebaxa 2025ê) seet 14:30 li nivîsîngeha xwe li Stenbolê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokwezîrê Lîbyayê Abdul Hamid Dbeibeh re bicive.

Medyaya Tirkiyeyê amaje jî daye ku, Biryar e di çarçoveya wê civînê de mijarên stratejîk ên wekî xurtkirina hevkariyê di sektorên aborî, enerjî û petrolê de, koçberiya neqanûnî û bandora wê li ser ewlehî û tenahiya deverê bêm nîqaşkirin.

 
Fly Erbil Advertisment