Geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Helebê de hatin destpêkirina

Navenda Nûçeyan (K24) - Geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Helebê de ji Nîsana 2012ê ve hatibûn rawestandin, lê îro dîsa hatin destpêkirin.

Geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Helebê de îro (În, 01ê Tebaxa 2025ê) piştî 13 salan hatin destpêkirina û 145 rêwiyan di geşta yekê de ber bi Helebê ve geşt kir. Herwesa ji 19ê Tebaxê ve dê her heftiyê 5 geşt hebin.

Herwesa ji 01ê Îlonê ve her roj geşt dê di navbera her du aliyan de normal bibin. Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Helebê Muammer Hakan Cengiz jî ji aliyê xwe ve got. “Em kêfxweş in ku geşt dîsa dest pê dikin. Heleb ji bo Tirkiyeyê pir girîng e û di navbera me de têkiliyên dîrokî û çandî hene.”

Bilêtên çûn û hatinê di navbera her du aliyan de ji 299 dolaran dest pê dikin.

Geştên asmanî yên di navbera Stenbol û Şamê de vê dawiyê vegeriyane rewşa xwe ya normal.

Fly Erbil Advertisment