Li Şirnexê 5 dever weke 'Herêmên Ewlekariya Taybet' hatin ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Şirnexê ragihand, li navçeya Elkê ya ser bi parêzgehê ve, 5 dever ji bo dema 9 rojan weke "Herêmên Ewlekariya Taybet a Demkî" hatine îlan kirin. 

Parêzgariya Şirnexê îro 3ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku "Li navçeya Elkê ya ser bi Şirnexê ve, 5 herêm weke “Herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin û têketin û derketina van herêman hatiye qedexe kirin. Tu kes bêyî destûrê nabe ku biçe van herêman."

Li gorî biryarê, qedexe dê ji 4ê Tebaxê saet 00:01 dest pê bike û heta 12ê Tebaxê berdewam bike.

Deverên ku qedexe li wan hatiye ragihandin gundên Pertewîn, Meydan Kolî û tevahiya herêma Çiyayê Katoyê li xwe digirin. Parêzgariyê bang li welatiyan kir ku ji bo ewlehiya can û malên xwe, pabendî vê biryarê bin û bêyî destûrê nekevin van herêman.

Ev biryara nû, wek berdewamiya qedexeyeke berê tê dîtin. Parêzgariya Şirnexê berê jî daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku heman dever li navçeya Elkê, ji 26ê Tîrmehê heta 3ê Tebaxê weke "Herêma Ewlekariya Taybet" hatibûn ragihandin û ji bo 9 rojan hatibûn qedexekirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment