Serok Barzanî û Konsulê Japonê tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera herdu aliyan de kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Japonê yê nû li Hewlêrê Hitoshi Ishizuka kir. 

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahî li Konsulê Giştî yê Japonê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest. Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku şaristaniya gelê Japonê xizmeteke mezin gihandiye tevahiya mirovahiyê û di vî warî de roleke berçav lîstiye.

Herwiha, Serok Barzanî amadehî û piştevaniya xwe û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Japonê  kêfxweşiya xwe anî ziman ku weke Konsulê nû yê Japonê li Herêma Kurdistanê dest bi kar dike. Herwiha tekezî kir jî, hikûmet û gelê Japonê dê di piştgirîkirin û girîngîdana bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê de berdewam bin.

Di heman hevdîtinê de, derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê de danûstandina bîr û ramanan hat kirin û careke din tekezî li ser pêşxistina peywendiyan hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment