Parkek bi rûberê 205 hezar metrên çargoşe li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parkeke çariyana cadeya 120 metrî li bajarê Hewlêrê hat vekirin. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê jî amaje da ku, zêdetirî 10 hezar dar û 22 hezar gulan di nav wê parkê de hene.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, “Vekirina vê parkê li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû. herwesa ji aliyê Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve budce jê re hatiye terxankirin.”
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Ev park li ser rûberê 205 hezar metrên çargoşeyî hatiye çêkirin, li çariyana cadeya Hewlêrê-Mûsilê li gel cadeya 120 metrî.”
Sasan Ewnî herwesa got, “Zêdetirî 10 hezar dar û 22 hezar gulan di nav vê parkê de hene, du bîrên avê û du embar jî lê hene û herwesa alaya Kurdistanê bi bilindahiya 50 metran û rûberê 4 hezar û 120 metran jî lê heye ku ev cara yekê ye wesa tê dîzaynkirin û bedewiyeke bêhempa dide wî cihî, xasma ji bo wan kesên ku ji Mûsilê tên Hewlêrê an jî bi balafirê rêwîtiyê dikin an jî vedigerin Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê.”
Navbirî amaje jî da ku, ew bi awayekî cidî dixebitin da ku rêjeya keskatiyê li hemî bajaran zêde bikin, xasma jî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê herwesa ragihand, ji bilî vê parkê, biryar e ew îsal kembereke keskatiyê li dora Hewlêrê çê bikin û çend parkên din jî îsal vekin.