Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê: Xeternaktirîn bazirganê madeyên hişber hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê girtina tawanbarekî ragihand ku, wekî yek ji bazirganên madeyên hişber yên herî xeternak li deverê tê hesibandin û ji hêla çend welatan ve daxwazkirî ye.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ji zarê Rêveberê Pişka Berhingarbûna Madeyên Hişber Emîd Xalid Îd parve kir, “Tîmên me yên taybet karîn Amir Cideyh Şêx bigirin, ku wekî yek ji kesên herî xeternak di torên bazirganiya madeyên hişber de li Sûriye û deverê tê hesibandin.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hat amaje hat dan ku, Şêx bizav kiriye ku bi rêya bikaranîna nasname û pasaportên sexte bigihîje Tirkiyeyê.
Di çarçoveya alîkariyên dualî û hevahnegiya hevpar a di navbera Komara Erebî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, rayedarên Sûriyeyê agahiyên rast li ser tevgerên kesê navbirî ji rayedarên Tirkiyeyê re veguhastin, wan jî ew girt û da destê Rêveberiya Berhingarbûna Madeyên Hişber a Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Şêx wekî yek ji bazirganên madeyên hişber ên herî navdar ên deverê tê hesibandin û ji hêla gelek welatan ve ji ber tawanên giran û rêxistî yên têkildarî çêkirin û qaçaxçîtiya madeyên hişber daxwazkirî ye.
Herwesa agahdarî têkiliyên wî yên nêzîk bi torên qaçaxçîtiya navneteweyî û kesatiyên bibandor, bi taybetî jî Mahir Esed, û qaçaxçîtiya madeyên hişber ji bo welatên cîran û derve nîşan dide.