
Cizîra Botan.. Wêneyên kesatiyên navdar ên kurd li ser dîwarê şaredariyê hatine xêzkirin
Diyarbekir (K24) – Şaredariya Cizîra Botan dîwarên avahiya xwe bi portreyên kesayetên navdar ên dîrokî yên çand û hunera kurdî dixemilîne. Proje bi armanca xwedîderketina li mîrata dewlemend a herêmê û naskirina wê bi nifşên nû re tê birêvebirin.
Ev projeya hunerî ji aliyê wênesaz Besna Acû û Mehmet Aydin ve tê amadekirin û tê de portreyên kesayetên wekî zanyar, dengbêj, muzîkjen û helbestvanên ku ji Botanê ne, tên çêkirin.
Hevserokê Şaredariya Cizîra Botan Abdurahîm Dûrmûş di vî warî de got, “Em wek berpirsiyariyekê dibînin ku xwedî li mîrata dewlemend a vê axê derbikevin ku gelek zanyar, dengbêj, muzîkjen û helbestkar ji vê axê derketine.”
Dûrmûş got ku, armanca me ew e ku em hem xwedî li nirxên xwe derbikevin hem jî bi nifşên nû jî bidin nasîn.
Wêneyên ku hatine xêzkirin ên van kesatiyan in; MihemedArifê Cizîrî, Celadet Alî Bedirxan, Hesenê Cizîrî, Melayê Cizîrî, Meryemxan, Eyşeşan, Mihemed Şêxo, Mehmed Ûzûn, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Susika Simo, Cigerxwîn, Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî û Ejderê Dûserî yê Botanê.













