Baregayê Barzanî: Em bêrêzîkirina bi Mîrê Êzidiyan bi tundî şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî piştgiriya Mîr Hazim Tehsîn dike û her bizaveka çêkirina duberekiyê di navbera Êzidiyan de û sivkatîkirina bi pîroziyên wan red dike.

Baregayê Barzanî îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) daxuyaniyek weşand û tê de got “Em wê bêrêziya bi Mîrê Êzidiyan li Kurdistanê û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg hatiye bi tundî şermezar dikin, ku ji hêla kesekê Êzidî yê nezan ve li Berlînê hatiye kirin.”

Her di wê daxuyaniya Baregayê Barzanî de hatiye, "Meremên xirab li pişt van reftaran hene û bi ti awayekî nayên qebûlkirin."

Baregayê Barzanî herwesa piştgirîya xwe ji bo Mîr Hazim Tehsîn Beg tekez kir û her bizaveka çêkirina duberekiyê di navbera Êzidiyan de û sivkatîkirina bi pîroziyên wan red kir.

 
 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment