Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Em ê dest bi wergirtina petrola Herêma Kurdistanê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand, ew ê di nava 24 an 48 saetên bê de dest bi wergirtina nefta Herêma Kurdistanê bikin û bi rêya kompanyaya neteweyî ya SOMO ve hinardeyî bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bikin.

Heyan Ebdulxenî îro îro 6ê Tebaxa 2025an serdana parêzgeha Kerkûkê kir û li gel Parêzgar Rêbwar Teha û berpirsên din ên parêzgehê, serdana Kompanyaya "Nefta Bakur" kir.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Kerkûkê hûrgiliyên rêkeftina nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de eşkere kir û got: "Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê em agahdar kirine ku asta berhemanîna nefta rojane li zeviyên wan gihiştiye 130 hezar bermîlan."

Ebdulxenî wiha domand: "Ji vê miqdarê, 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê tên bikaranîn û miqdara mayî ku 80 hezar bermîl e, em ê werbigirin û hinarde bikin."

Li ser pirsa "Kengî dê SOMO dest bi wergirtina Petrolê bike?", Ebdulxenî bersiv da: "Îro an sibe, em ê dest bi wergirtina nefta ku li zeviyên Petrolê yên Herêma Kurdistanê tê berhemanîn bikin û bi rêya kompanyaya SOMO re hinardeyî bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bikin."

Cîgirê Serokwezîrê Iraqê herwiha behsa êrîşên dronan ên li ser zeviyên Petrolê kir û anî ziman ku ji ber van êrîşan, asta berhemanînê daketiye û hin kompaniyan karên xwe rawestandine. Herwiha got: "Eger em petrola Herêma Kurdistanê werbigirin û hinarde bikin, dê kompaniyên din jî vegerin ser karê xwe û asta berhemanîna Petrolê ya Herêmê dê zêde bibe."

Ev pêngav di çarçoveya rêkeftina nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê, ku li gorî wê, heta ku berhemanîna petrolê vedigere asta xwe ya berê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane hemû nefta berhemanî (nêzîkî 80 hezar bermîl) radestî SOMO bike. Li hember vê yekê, hikûmeta Iraqê dê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

Derbarê rêkeftina di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ya ku sala bê bi dawî dibe, Wezîrê Petrolê got: "Rêkeftina me ya bi Tirkiyeyê re heta sala bê di meriyetê de ye û em di vê demê de kar dikin ji bo gihîştina rêkeftineke nû."

 
 
Fly Erbil Advertisment