PWK êrîşa li ser Mîr Hazim Tehsîn Beg şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa fizîkî ya li dijî Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg li Berlînê hatiye kirin, bi tundî şermezar kir.
Buroya Ragihandinê ya PWKê îro 6ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, kesekî li bajarê Berlînê êrîşeke fizîkî biriye ser Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û ew vê êrîşê û wê bêrêziyê şermezar dikin.
PWKê di daxuyaniya xwe de herwiha tekezî li ser nasnameya Kurdî ya civaka Êzidî kir û wiha anî ziman: "Êzidî Kurdên resen in û dê ti kes û alî nikaribin nasnameya Kurdî ya Êzidiyan tune bihesibînin."