Feysel Yûsif: Şamê bersiva daxwazên Kurdan nedaye

Feysel Yûsif
Feysel Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê ENKSê amaje da ku, hemî aliyên Kurdî li Sûriyeyê li ser danûstandinên bi Şamê re xwedî eynî nêrînan in û ew dixwazin bi rayedarên Sûriyeyê re bi nêrîneke hevpar danûstandinan bikin.

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û endamê şanda hevpar a Kurdan ji bo danûstandinên bi Şamê re Feysel Yûsif îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Daxwazên Kurdan li Sûriyeyê yek ji mijarên civîna me ya îro bû. Me gelek caran daxwaz kir ku em bi şanda Şamê re bicivin lê heta niha wan bersiva pêşengiya me nedaye.”

Feysel Yûsif herwesa got, “Dîtin û nerînên di navbera aliyên me de wekî yek in. Daxwaza me ew e ku Sûriyeyeke nû bê avakirin ku mafên hemî netewe û pêkhateyên cuda cuda qebûl bike.”

Navbirî tekez jî kir, “Divê em hemî li vî welatî hevpar bin, ne ku aliyek an neteweyek bê paşguhkirin. Li ser maf û daxwazên Kurdan li Sûriyeyê heta niha ti gaveke kiryarkî ya navneteweyî nehatiye avêtin.”

Berdevkê ENKSê eşkere jî kir, “Ti garantiyek tune ku êrîşî Kurdan neyê kirin, wekî ku êrîşî Dirûzan hat kirin. Divê siyaseta erebkirin û jêbirina nasnameya Kurdî nemîne.”

Şanda Kurdan a danûstandinên bi Şamê re îro civîna xwe ya yekê li dar xist û li ser mekanîzma qonaxa danûstandinan gengeşe kirin

 
Fly Erbil Advertisment