Polîsên Hewlêrê: Me tometbarê rûdana cadeya Koyeyê girt

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku, karmendekî benzînxaneyekê li ser cadeya Koyeyê bi şofêr û rêwiyên timbêlekê re şeredev kir û di encamê de sê kes hatin kuştin.

Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da ku, seet 8:30 ê îşev karmendekî benzînxaneyekê li ser cadeya Koyeyê bi şofêr û rêwiyên timbêlekê re şeredev kir.

Rêveberiya navbirî herwesa ragihand, “Ji aliyê wî karmendê benzînxaneyê ve gule hatin berdan û di encamê de sê welatî hatin kuştin. Tîmên rêveberiya me jî her zû  gihîştin cihê wê rûdanê.”

Her di wê ronkirinê de hatiye, “Ew tometbar ji aliyê Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê ve hatiye girtin û niha bi biryara dadwerî hatiye binçavkirin û lêkolîn li ser wê rûdanê jî didome.”

 
Fly Erbil Advertisment