Niştecihên Giwêr-Mexmûrê daxwaza dagirtina valahiya ewlehiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 11emîn salvegera têkşikandina mîtolojiya DAIŞê de li eniya Giwêr-Mexmûrê, welatiyên deverê amaje bi wê yekê dikin ku her çend deverên di bin kontrola Pêşmerge de aram bin û destê avadaniyê gihîştibê wan jî, "valahiya ewlehiyê" ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bûye sedema metirsiyeke berdewam.

Di 7ê Tebaxa 2014an de, çekdarên DAIŞê êrîşeke berfireh li eniya Giwêr-Mexmûrê bi armanca dagirkirina Hewlêrê dan destpêkirin. Lê belê, di 10ê Tebaxa 2014an de, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi serkirdayetiya Serok Mesûd Barzanî, ji bo yekem car efsaneya DAIŞê li Iraqê û li şûna tevahiya cîhanê têk şikand û rê li ber êrîşên wê girt.

11 sal piştî wê serkeftina dîrokî, welatiyên deverê daxwaz dikin ku ew valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de were dagirtin, ji ber ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê car caran li herêmê tê dîtin.

Dara Şêxanî, cotkarekî ji devera Giwêr-Mexmûrê ye ku zeviya wî gelek nêzîkî sengerên Pêşmerge ye. Ew ji Kurdistan24 re dibêje ku bi saya baweriya bi Hêzên Pêşmerge, ew bê tirs û dudilî karê xwe dike. 

Şêxanî got: "DAIŞ weke berê nemaye, lê car caran liv û tevgerê dike û propagandaya xwe belav dike. Pêşmerge kamerayên pêşketî bi kar tînin û her tevgereke li herêmê hebe, pê dizanin. Hejmarên telefonên me li cem fermandarên Pêşmerge hene û yên wan jî li cem me ne, ji bo her hemahengiyekê em pêwendiyê bi hev re dikin."

Şêxanî bi bîr xist ku DAIŞê di destpêkê de bi çekên giran ên ku artêşa Iraqê li Mûsilê li pey xwe hiştibûn, êrîş kir, lê "bi îradeya Pêşmerge û bi rêbertiya Serok Barzanî, efsaneya DAIŞê li Giwêr-Mexmûrê hat têkşikandin."

Her malbateke li sînorê Giwêrê, bîranîneke tal bi DAIŞê re heye. Yasîn Hemedemîn, welatiyekî din ê deverê ye, wê rojê wiha tîne ziman: "Min hejmarek pezê yekî xwedî dikir, min xwe gihand ku wî pezî rizgar bikim û bigihînim cihekî ewle, malbat û zarokên min jî berê xwe dan devereke din."

Cemîl Mecîd jî ku ew rojên dijwar jiyaye, balê dikişîne ser metirsiya heyî û dibêje: "Eger ev valahiya ewlehiyê neyê dagirtin, DAIŞ dê ji bo me metirsiyê çêbike." Mecîd herwiha dibêje ku "kesên ne Kurd in, alîkariya çekdarên DAIŞê dikin û zirarê digihînin me."

 
Fly Erbil Advertisment