ENKS bang li Şamê dike: Bi şandeya hevbeş a Kurd re bikevin diyalogeke cidî

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) piştî civîna xwe ya asayî ya li Qamişlo, daxuyaniyek belav kir û bi awayekî fermî bang li Rêveberiya Veguhêz a li Şamê kir ku "bi şandeya hevbeş a Kurd re, bikeve diyalogeke cidî û berpirsiyarane."

Di daxuyaniyê de, ku piştî civîna roja Sêşemê 5ê Tebaxa 2025an hat belavkirin, ENKSê tekezî li ser girîngiya aktîvkirina rola "şandeya hevbeş a Kurd" kir ku piştî "Konferansa Yekrêzî û Helwesta Kurdî" hatibû avakirin.

Banga ENKSê ji bo Rêveberiya Veguhêz a Şamê ew bû ku bi vê şandeyê re dest bi danûstandinan bike da ku bingehek ji bo çareseriyeke siyasî û misogerkirina mafên gelê Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de were danîn. 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku "diyaloga niştimanî ya berfireh, rêya tekane ye ji bo misogerkirina hevparîtiyeke rasteqîn di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de."

"Divê Mafên Kurdan di destûrê de bêne naskirin"

Di heman demê de, ENKSê ew tohmetên ku hewl didin gelê Kurd bi "ajandayên parçebûn an veqetandinê" ve girê bidin şermezar kir û ev yek weke "berdewamiya zîhniyeta dûrxistinê ya serdema rejîma berê" bi nav kir.

ENKSê daxwaz kir ku di destûra nû ya Sûriyeyê de madeyên eşkere hebin ku mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd, di nav de nasname û zimanê wî, bi fermî nas bikin. Herwiha daxwaza rakirina hemû polîtîkayên cudaker ên berê û qerebûkirina kesên zirar dîtine, hat kirin.

Rexne li rêbaza "dûrxistin û yekalîbûnê"

Li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, ENKSê xemgîniya xwe li hember "rêbaza dûrxistin û yekalîbûnê" ya di amadekariyên ji bo kongreyên diyaloga niştimanî, avakirina hikûmetê û Encumena Gel de nîşan da.

Herwiha, bûyerên tundûtûjiyê yên li herêmên peravê û Siweyda û teqîna Dêra Mar Îlyas a li Şamê bi tundî hatin şermezarkirin û Rêveberiya Veguhêz ji ber "kêmasiyên di girtina tedbîran de" berpirsiyar hat dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê ragihand, amadekariyên ji bo lidarxistina Kongreya xwe ya pêncemîn jî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya aktîvkirina ofîsên xwe yên li hundir û derveyî welat hatiye kirin.

 
Fly Erbil Advertisment