Mihemed Şukrî: Projeyên niştecîbûnê tên neçarkirin ku yekîneyên çareserkirina avê saz bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji niha û pê de hemû projeyên niştecîbûnê yên nû tên neçar kirin ku yekîneyên çareserkirina avê (paqijkirinê) saz bikin û hişyarî da ku her projeyek pabend nebe, dê rûbirûyî lêpirsîneke yasayî bibe.
Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî îro 7ê Tebaxê ji K24ê re got: "Destûr ji bo ti projeyeke veberhênanê ya di warê niştecîbûnê de nayê dayîn, heta ku yekîneya çareserkirina avê saz neke." Şukrî tekez kir ku "ev yek bûye mijareke bingehîn û neguherbar li Desteya Veberhênanê."
Derbarê projeyên ku berê hatine avakirin de, Şukrî got: "Ji bo projeyên berê jî, dê demek were dayîn ku nêzîkî salekê ye, da ku ew jî yekîneya çareserkirina avê saz bikin. Eger cîbicî nekin, dê rûbirûyî lêpirsîneke yasayî bibin."
Serokê Desteya Veberhênanê mizgîniya projeyeke stratejîk a nû da û ragihand: "Di çend hefteyên pêş de, projeya vezîvirandina avê ya Hewlêrê dê dest pê bike, ku ev proje dê bibe yek ji projeyên herî mezin û stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku ji niha û pê de ti dilopek av li Hewlêrê pûç neçe."
Mihemed Şukrî got jî: "Ava ku tê bikaranîn, dê bi kelîteyeke bilind were vezîvirandin û ji nû ve ji bo avdanî û çandiniyê were bikaranîn, da ku bandoreke neyînî li ser tenduristiya welatiyan çênebe. Ev proje hevbeş e bi projeya çêkirina 'Kembera Kesk' a Hewlêrê re, ku dê bi vê ava vezîvirandî were avdan."
Di dawiyê de, Şukrî eşkere kir ku "di pêşerojê de bername heye ku heman proje li parêzgeha Silêmaniyê jî were cîbicîkirin."