Li Amêdiyê goreke din a bikomî ya qurbaniyên Enfalê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Tîmeke pispor a Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, goreke nû ya bikomî li gundê Mêrgetê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve vedît, termên qurbaniyên komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve di dawiya salên 1980yî de li dijî gelê Kurd pêk hatibû, tê de ne.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di gora komî de termên heft kesên ji gund hene ku di sala 1988an de bi cilûbergên Kurdî hatine şehîdkirin. 

Rêveberê Gorên Bikomî li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Aram Nûrî ji K24ê re ragihand, ew heft şehîd di dema pêlên Enfalê de hatine girtin, li çolê bi guleyan hatine kuştin û di goreke bikomî de hatine veşartin, bêyî ku malbatên wan çarenivîsa wan zanibin.

Nûrî herwiha da zanîn, proseya derxistina terman dê di du qonaxan de birêve biçe:

- Qonaxa Yekem: Derxistina rûfatan û veguhestina wan bo Saziya Bijîşkiya Dadî ya li parêzgeha Dihokê, da ku pişkinînên DNAyê ji bo destnîşankirina nasnameya şehîdan bên kirin.

- Qonaxa Duyem: Avakirina bîrdariyekê li gundê Mêrgetê ku çîroka enfalkiriyên devera sînorî vebêje û bîranîna wan ji bo nifşên nû biparêze.

Rêveberê Gorên Bikomî tekez kir, wezaret hewlên xwe bi hemahengiya ligel aliyên pêwendîdar ên li Bexdayê didomîne, da ku termên hemû enfalkiriyên Kurdistanê yên ku di gorên bikomî de li hundir û derveyî Herêmê ne, vegerîne.

Li gorî amarên li Herêma Kurdistanê, hejmara giştî ya qurbaniyên jenosîda ku rejîma Beisê di operasyonên Enfalê de li dijî Kurdan pêk anîne, zêdetirî 215 hezar kesî ye. Amarên hûr yên derbarê ziyan û qurbaniyan de radestî hikûmeta Iraqê hatine kirin.

Rejîma Sedam Husên di navbera salên 1987 û 1988an de, rêze hilmetên Enfalê û komkujiyê li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê pêk anîbûn, ku ji deverên Germiyan û Silêmaniyê dest pê kir û heta Hewlêr û deverên Badînanê yên li Dihokê berdewam kir.

 
Fly Erbil Advertisment