Hejmareke hevpeymaniyan ji tevlîbûna di hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de hat dûrxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand, “Şeş hevpeymanî ji tevlîbûna di hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de hatin dûrxistin.”

Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay îro (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re ragihand, “Hevpeymanî ji aliyê Nivîsîngeha Karûbarên Partiyan ve li komîsyonê tên şopandin. Ger partiyekê xwe ji nav wê hevpeymaniyê vekêşa û ten partiyek di nav her hevpeymaniyekê de ma, hingê divê hevpeymaniyeke din ava bike an jî bi partiyeke din re hevpeymaniyekê ava bike.”

Cumane Xelay amaje jî da ku, tu hevpeymaniyek tenê partiyekê pêk nayîne û hewcedarî û cewherê hevpeymaniyê tê de namînin. Ji ber vê yekê jî, şeş hevpeymanî hatin hilweşandin û nehatin pejirandin.

Berdevka navbirî herwesa got, “Hevpeymanî û partiyên ku tevlî hilbijartinan dibin berê hatine tomarkirin û herwesa bawernameyên damezrandinê jî hene ku ji hêla Encûmena Komîseran ve ji wan re hatine dan.”

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay pêr (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) ragihandibû ku, 31 hevpeymaniyan, 38 partiyên siyasî û 79 namzedên serbixwe ji bo tevlîbûna di hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de xwe tomar kiriye.

Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê dê li roja 11ê Mijdara 2025ê bên lidarxistin. Piştî temamkirina hûrbînîkirina lîsta namzedan jî, tê çaverêkirin ku komîsyon roja bangeşeya hilbijartinê jî diyar bike.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment