Fidan: Em bi Hikûmeta Sûriyeyê re bo rûbirûbûna terorê hevkariyê dikin

Hakan Fidan
Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Şamê bi Serokê Sûriyeyê re civiya û hevahengiya bazirganî û rûbirûbûna terorê nîqaş kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) bi serdanekê gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê û bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.

Piştî civînê, Hakan Fidan ragihand ku ew dê ji bo rûbirûbûna terorê bi Sûriyeyê re alîkar bin û hevkarî û hevahengiyên di navbera wan de dê berdewam bin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje jî da, "Ji bilî pirsa terorê, hevahengiya bazirganî, veberhênan, veguhastina enerjiyê û ji nû ve avakirina Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin."

Ji piştî hilweşîna rejîma Esed ve, ev serdana sêyê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ji bo Şamê ye.

 
Fly Erbil Advertisment