Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê biryara dagirkirina Xezzeyê pejirand

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê serê sibeha îro (În, 8ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Tevî dijatîkririna serkirdetiya leşkerî, Encûmena Ewlekariyê ya Israîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dagirkirina tevahiya Xezzeyê pejirand.”
Rojnameyên Jerusalem Post û Israel Hayomê parve kiriye ku, Hikûmeta Îsraîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dagirkirina tevahiya Xezzeyê pejirandiye.
Medyayan ragihandiye ku Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê pêşniyara Serokwezîrê Îsraîlê ji bo şkandina Hamasê pejirand û got, “Artêşa Îsraîlê amadekariyan dike ku Xezzeyê kontrol bike, di eynî demê de li derveyî deverên şer alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkî dike.
Peyamnêrê Ajansa Axiosê ya Amerîkayî ya Nûçeyan Barack Ravid jî ji aliyê xwe ve li ser platforma Xê li ser bingeha zanyar û gotinên rayedarekî Îsraîlî ku navê wî parve nekir, raporek weşand û tê de bal kişand ser Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê li ser pêşniyara Netanyahu ji bo dagirkirina Xezzeyê.
Piştî vê biryara Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê, malbatên wan rehîneyên ku hîn jî di destê Hamasê de ne ditirsin ku kurên wan di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de bên kuştin, ji ber vê yekê ew li dijî biryara Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê derketin ser cadeyan û daxwaza hilweşandina wê biryarê dikin.
Berpirsên berê yên Encûmena Ewlekariyê ya Îsraîlê Amajeyê didin ku, ew li dijî biryara Encûmena Ewlekariyê ne, ji ber ku wê planê dê feydeke leşkerî ya kêm hebe û dê zêdetir zirarê bide rehîneyan.
Rojnameya Yedioth Ahronothê di raporeke rojnamevanî de ragihand ku Serokê Erkanên Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir li dijî plana Netanyahu nerazîbûna xwe nîşan daye û dibêje, “Bicîhanîna vê planê dibe ku du salan vekêşe û leşkerên wan bi mirinê re rû bi rû bibin, tevî ku jiyana rehîneyan dikeve xetereyeke mezin.” Serokê Erkanên Artêşa Îsraîlê ragihand ku, ew li ser helwesta xwe ya li dijî plana Netanyahu israr dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) di çavpêketineke taybet de bi tora Fox Newsê ya Amerîkayî re israra xwe ji bo dagirkirina Xezzeyê tekez kir û got, “Piştî dagirkirinê, em dê birêvebirina wê bispêrin hêzên Ereb.”
Benjamin Netanyahu tekez jî kir ku, niyeta wan heye ku zincîra biyabanê kontrol bikin, ku dirêjahiya wê 42 kîlometr e. Herwesa got ku, niyeta wan heye ku li ser dirêjahiya wan 42 kîlometran kembereke ewlehiyê çê bikin, lê naxwazin wê bi rê ve bibin.