Ji ber şewata daristanên Çanakkaleyê çend gund hatine berdan

Diyarbekir (K24) - Li Çanakkaleyê û navçeyên wê agir bi daristanan ketiye û ji ber bayê xurt bizavên vemirandinê bi zehmetî birêve diçin. Ji ber şewatan, gelek gund hatin valakirin û di çûnûhatina deryayî û bejahî de astengî derketin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li navçeya navendî ya Çanakkaleyê û herwiha li navçeya Bigadiçê şewata daristanan derket. Tîmên agirkujiyê hem ji bejahî û hem jî ji asman ve destêwerdanê dikin da ku agir control bikin.
Ji ber bandora bayê xurt ku li herêmê bibandor e, bizavên agirkujiyê bi zehmetî birêve diçin û di heman demê de Tengava Dardanelê (Tengava Çanakkaleyê) ji bo çûnûhatina keştiyan hate girtin.
Li Bayramiçê 3 gund hatin valakirin
Herwiha, li navçeya Bayramiç a Çanakkaleyê jî derdora saet 15:00an de agirekî din derket. Ji ber ku şewat li nêzîkî gundê Yigitler dest pê kir û metirsî li ser cihên niştecihbûnê çêkir, gundên Saçakli, Ahmetçeli û Doganca weke tedbîr hatin valakirin.
Ji aliyekê din ve, hat ragihandin ku Firokxaneya Çanakkaleyê jî ji ber metirsiya şewatê û dûmana zêde, heta daxuyaniyeke nû ji bo geştên asmanî hatiye girtin.