Şam li ser Konferansa Hesekê: Şêwazê dewletê bi çekê nayê diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyeyê derbarê "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan" de ragihand, ew di prensîbê de piştgiriya diyalogê dikin, lê şertê sereke, parastina yekîtiya ax û gelê Sûriyeyê ye û hişyarî da ku şêwazê dewletê bi "gef û hêza çekdarî" nayê diyarkirin.

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê îro 9ê Tebaxê li ser zarê jêderekî berpirsiyar ê hikûmeta Sûriyeyê belav kir, mafê welatiyan ê komcivîna aştiyane û diyaloga avaker heye û dewlet vî mafî diparêze, lê divê ev yek "di çarçoveya projeya niştimanî ya yekgirtî de be ku yekîtiya Sûriyeyê wek ax, gel û serwerî biparêze."

Wî jêderî herwiha tekez kir, komên olî û neteweyî xwedî maf in ku nêrînên xwe yên siyasî diyar bikin, civînan lidar bixin û partiyan damezrînin, lê bi mercê ku çalakiyên wan aştiyane bin, "li dijî dewletê çekê ranekin" û nêrînên xwe li ser şêwazê dewleta Sûriyeyê ferz nekin.

Di dawiya daxuyaniyê de, hikûmeta Sûriyeyê red kir ku şêwazê dewletê bi "lihevkirinên fraksiyonî" were diyarkirin û got, ev mijar tenê bi "destûreke daîmî ku bi referandûmeke gelêrî were pesendkirin" dikare bê çareserkirin. Hat gotin ku her çend e mafê her welatiyekî hebe nêrîna xwe pêşkêş bike jî, divê ev yek bi rêya "diyaloga giştî û sindoqên dengdanê" be, ne bi "gef an hêza çekdarî".

Ev daxuyaniya wî jêderê Hikûmeta Şamê piştî wê tê, duh li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, "Konferansa Yekîtiya Pêkhateyan" hat lidarxistin. Di encamnameya konferansê de, banga avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk hat kirin, ku tê de mafên hemî pêkhateyan bi destûreke nû bêne misogerkirin.

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment