Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Rêkeftina Aştiyê ya Azerbaycan-Ermenistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de kir û pesnê rola Serokê Amerîkayê Donald Trump da, ji ber navbeynkariya wî ya serkeftî di vê rêkeftina dîrokî de.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 9ê Tebaxê peyamek li ser platforma civakî ya 'X' belav kir û tê de pêşwaziya xwe li îmzekirina rêkeftina aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li Koşka Spî anî ziman û rola Donald Trump di gihîştina vê lihevkirinê de bilind nirxand.
Rêkeftineke Dîrokî li Koşka Spî
Ermenistan û Azerbaycanê duh 8ê Tebaxa 2025an, bi navbeynkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî 'Rêkeftina Aştiyê' îmze kirin, da ku dawî li şerê di navbera xwe de yê ku bi dehan salan e berdewam dike, bînin.
Piştî îmzekirina rêkeftinê, Donald Trump ragihand û got: "Ermenistan û Azerbaycan pabend in ku heta hetayê hemû şeran rawestînin, dest bi têkiliyên bazirganî, geştyarî û dîplomatîk bikin û rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin."
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn, ew ê ambargoya çekan a Amerîkî ya li ser Azerbaycanê, ku ji sala 1992an ve piştî wergirtina serxwebûnê li ser hatibû sepandin, rake.