Agir berbû çend gundên Şarbajêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku, ji ber sedemeke nediyar agir berbû çend gundên Şarbajêrê.
Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê îro (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, hezar donimên pûş û pawanî li Şarbajêrê ji ber sedemeke nediyar şewitîn.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, agir berbûye gundên Bêwrê, Sêwingê, Kanî Şwanê, Pîrêskê û Nûrebabê yên Şarbajêrê. Tîmeke Polîsên Daristanê ya Şarbajêrê yekser gihîşt cihê wê şewatê.
Rêveberiya navbirî herwesa ragihand, “Bi alîkariya tîmên Bergiriya Şaristanî ya Çwartayê û Bergiriya Şaristanî ya Sîtekê û herwesa Qayimqamê Çawartayê û xelkê wan deveran, ew agir hat kontrolkirin.”
Her wê rêveberiya amaje jî da ku, sedema wê şewatê diyar nîne û lêkolînên li ser wê mijarê jî berdewam in.
